Rêveberiya Xweser daxwazê dike hêzeke navdewletî Bendava Tişrînê biparêze

Bendava Tişrînê
Bendava Tişrînê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Xweser daxwazê dike ku hêzeke navdewletî Bendava Tişrînê biparêze û amajeyê jî dide ku, peqîna wê bendavê dê bi sedan gundan ji nav bibe û zirarê bigehîne bi sedan hezar welatiyan.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê îro (Duşem, 20.01.2025) di ragehandinekê de haydarî li ser berdewamiya êrîşên Tirkiyeyê bo ser Bendava Tişrînê da, herwesa daxwaza rawestandina êrîşên wê kir.

Li dû wê ragehandinê, peqîna Bendava Tişrînê dê karesateke mezin a mirovî peyda bike û dê zirarê bigehîne bi sedan hezar welatiyan û dê bi sedan gundan pûç bike.

Rêveberiya Xweser daxwaza hatina hêzeke navdewletî ji bo parastina Bendava Tişrînê li beranberî êrîşên Tirkiyeyê dike û amajeyê dide ku, bi çend awayan bizav ji bo parastina wê bendavê kiriye, lê Tirkiyeyê hemî tişt kirine armanc û heta ew welatiyên sivîl ên ku xwenîşandan jî kiribû bombebaran kirine, ku ji ber wê yekê bi dehan û bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Bendava Tişrînê nêzî 30 kîlometran ji Minbicê dûr e û ji meha borî ve şer di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de li wê bendavê hatiye destpêkirin û heta niha zêdetirî 450 kesan di wî şerî de hatine kuştin.