Şanda Hikûmeta Herêmê li Bexdayê bi fireksiyonên Kurdistanî re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê li mala Cîgirê Serokê Parlamentoyê Şaxewan Ebdulla, bi fireksiyonên Kurdistanî re civiya.
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hevdîtina ligel Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Federal, duh 19ê Çile serdana Bexdayê kiribû.
Li gor peyamnêrê K24ê li Bexdayê, Wezareta Darayî ya Federal her sal ji bo amadekirina bernameya bûdceya salane dicive û serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de bû.
Got jî, Civîna şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Darayî yê Federal li mala Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên hat lidarxistin û 3 demjimêran berdewam kir.
Di civînê de behsa dahata naneftî û deynên li ser Herêma Kurdistanê hat kirin û herwiha mekanîzma dabeşkirina mûçeyên îsal ên karmendên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.