Kurdên li dîasporayê tekezî li ser yekrêziya kurdî di Sûriyeya nû de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi dehan kurdên li dîasporayê ji bo gotûbêjkirina pêşhatên li Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed li Almanyayê civiyan û tekezî li ser giringiya yekrêziya kurdî û wergirtina helwêsteke hevbeş kirin ku maf û paşeroja gelê kurd di çarçoveya Sûriyeya nû de misoger bike.
Bi dehan rewşenbîr, nivîskar û akademesyên kurd ên li dîasporayê duh 19ê Çile li bajarê Hamm ê Almanyayê, Konferanseke şêwirmendiyê lidar xistin û piştre daxuyaniyek parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, piştî gotûbêjên berfireh û cidî, amadebûyan ev biryar girtin:
Yekkirina rêz û helwesta kurdî:
Amadebûyan daxwaza lidarxistina konferanseke berfireh a Kurdî dikin ku hemû aliyên siyasî û civakî yên Kurdî tê de beşdar bin, bi armanca yekxistina gotara kurdî û pêkanîna yekrêziyê, ji bo rûbirûbûna kêşeyên pêşerojê.
Pêkanîna nûneratiya Kurdan
Pêwîst e desteyeke nûneratiyê ya berfireh di wê konferansa kurdî ya me behsa wê kiriye de bê hilbijartin, ku erkê wê berevanîkirina maf û berjewendiyên gelê kurd be û nûneratiya wî di civînên niştimanî, herêmî û navdewletî de bike.
Nêrînek ji bo paşeroja Sûriyeyê
Amadebûyan tekez kirin ku divê Sûriyeya paşerojê, bibe dewleteke federal û demokratîk ku li ser bingehên azadî, wekhevî û dadperweriyê bê avakirin û tê de rêz li mafên hemû pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî bên girtin û dûrî her cure zordarî û desteserkirinê be.
Bihêzkirina karê hevbeş bi pêkhateyên din ên Sûriyeyê re
Kesên beşdarî konferansê bûne, pabendbûna xwe bi karkirina mil bi mil bi hemû pêkhateyên Sûriyeyê re ji bo bidestxistina armancên hevbeş nîşan didin, di serî de avakirina dewleteke demokratîk, piralî û federal e ku rêzê li cihêrengiya neteweyî û olî bigire.
Di dawiyê de, amadebûyan tekezî li ser giringiya berdewamiya diyalog û hevahengiyê di navbera endamên civaka kurd li dîasporayê û hêzên kurdî yên li hundirê welat kirin, ji bo misogerkirina pêkanîna hêviyên gelê kurd yên ji bo azadî û rûmetê û beşdariya aktîv di avakirina Sûriyeya pêşerojê de.



