Karîkaturîstê Kurd Dara Strî li Stenbolê koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Karîkaturîstê Kurd Dara Strî îro 20ê Çile di 57 saliyê xwe de li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kir.

Karîkaturîst Dara Strî ji ku ji Kobanê ye û li Helebê diya, ji destpêka şerê Sûriyeyê ve koçî Stenbolê kiribû û îro ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawî kir.

Dara Strî sala 1968an li bajarê Helebê ji dayik bûbû û ji ciwaniya xwe ve, ji ber giyanê xwe yê serhildêr û ji bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember paşverûtî û neyînîyên siyasî û civakî, hunera karîkaturiyê hilbijartibû.

Dara Strî resmên xwe yên karîkaturî li gelek rojname û kovarên kurdî û erebî belav dikirin û li Heleb û Stenbolê beşdarî gelek pêşangehên bikomî bûbû.