Nêçîrvan Barzanî: Bi navê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Donald Trump dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Donald Trump dike û dibêje: “Hevkariya me ya bihêz bi Amerîkayê re heye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 20ê Çile li hejmara xwe ya tora civakî “X” peyamek bi navê gelê Kurdistanê arasteyî Donald Trump kir, bi boneya destbikarbûna wî wek serokê nû yê Amerîkayê.
Nêçîrvan Barzanî got: “Ez li ser navê Herêma Kurdistana Iraqê pîrozbahiyê li Serok Donald Trump dikim, ji ber destbikarbûna wî wek 47emîn Serokê Amerîkayê.”
Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Dostaniyeke me ya bihêz bi Amerîkayê re heye û li bendê ne ku ji nêz ve ji bo pêşdebirina aştî, aramî û nirxên hevpar bixebitin.”