Li Diyarbekirê salvegera damezirandina Komara Kurdistanê hat bibîranîn
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di bernameyek salvegera Damezirandina Komara Kurdistanê de, behsa girîngî neteweyî ya Komara Kurdistanê hat kirin û her wiha bang hate kirin, ku bo destkeftiyên nû yên kurdan rewşek girîng û sûdbexş derketiye holê ku divê kurd hem li nirxên neteweyî yên dîrokî xwedî derbikevin, hem jî bo destkeftiyên nu bibin yekdeng.
Li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSKê ve, bi boneya 79. Salvegera Damezirandina Komara Kurdistan a Mahabadê panelek hat li darxistin. Panel bi beşdariya siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û hunermendan birêve çû. Axaftvanên panele bal kişandin ku her çiqas Komara Mahabadê di 22ê rêbendanê hat damezirandin û 11 mehan dom kiribe jî bandora wê li ser dîrok û hişmendiya neteweyî girîng û hêja ye.
Nivîskar û Lêkolîner Saîd Veroj ji K24ê re got: “Komara Kurdistanê di sedsala 20. de yekem dewleta kurdan e ku hatiye ragihandin. Her çiqas temenê wê kin be jî, xebatên giring kiriye, zimanê kurdî bûye fermî, yasa hatine danîn, dibistan hatine damezirandin.”
Di panelê de bal hate kêşan ku alaya ji aliyê damezirênerê Komara Kurdistanê Qazî Mihemmed ve bo Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî hatî radestkirin roj bi roj di dile kurdan de cihê xwe xurt kiriye û destkeftiyên niha jî û yên siberojê jî berhema keda fedakarî û tekoşîna wê demê ye.
Moderator Mecîd Durmuş dibêje: “Komara Kurdistanê destkeftiyek dîrokî ya neteweyî ye bo kurdan, kurd dikarin ji bo bidestxistina destkeftiyên nu sudê jê werbigrin, bernameya wê ezmunên wê bo sudjêgirtinê girîng in.”
Beşdarên panelê balê dikêşin ku Komara Kurdistanê nirxeke neteweyî ya dîrokî ye û xwedîlêderketina nirxên wisa rê li ber bidestxistina destkeftiyên nû yên neteweyî vedike.