Mezlûm Ebdî bo Trump: Em li bendê ne hevkarî ji bo aramî û têkbirina terorê berdewam bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm pîrozbahiyê li Donald Trump dike û dibêje: “Em bi hev re dikarin pêşerojeke baştir ji bo gelên xwe ava bikin.”
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, bi boneya destbikarbûna Donald Trump wek serokê nû yê Amerîkayê, peyameke pîrozbahiyê li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir.
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Pîrozbahiyê li Serok Donald Trump dikim. Em li bendê ne ku ji bo aramî, têkbirina terorê û piştgirîkirina aştiya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hevkarî berdewam bin. Em bi hev re dikarin pêşerojeke baştir ji bo gelên xwe ava bikin.”
Donald Trump duh Duşemê 20.1.2025an di merasîmekê de sûnd xwar, ta ku ji bo heyama 4 salan û li şûna Joe Biden, bibe 47emîn Serokê Amerîkayê.