Bazirgan û aborînas bi giringî ve behsa Mala Kurdistanê li Davosê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Îsal hejmareke bazirganên navxwe yên Herêma Kurdistanê bi hevaltiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî gera 55ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibin, vê jî wekî pêngaveke giring a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çêkirina peywendiyên bihêz di navbera bazirganên Herêma Kurdistanê û welatan de dibînin.
Birêveberê Kompaniya Hêmin Grûpê Xalid Xoşnaw li Mala Kurdistanê li Davosê ragehand, “Vekirina Mala Kurdistanê di çarçoveya karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, armanc jê nasandin û vekirina deriyekî aborî li ber cîhanê ye, derazînkeke ji bo çêkirina peywendiyan ji bo bazirganên Herêma Kurdistanê bi bazirgan û aborînasên biyanî re.”
Xalid Xoşnaw herwesa spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ku derfet daye hejmareke bazirganên Herêma Kurdistanê ku îsal tevlî gera 55ê ya Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê bibin.
Navbirî amaje jî da, “Mimkin e ji bo pêşxistina aborê Herêma Kurdistanê feydeyeke mezin ji vê derfetê bê wergirtin, ji ber ku hejmareke berçav a bazirganên welatan tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê dibin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şeva borî di merasîmekê de Mala Kurdistanê vekir û got, “Ez dilxweş im ku em ji bo sala duyê bi navê Mala Kurdistanê tevlî Korbenda Aborî ya Cîhanê li Davosê bûne.”
Mala Kurdistanê li Davosê ji bo sala duyê dibe navendeke stratejîk ji bo mêvandarîkirina şandên biyanî û hevdîtinên rêkxistin û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatan.