Mihemed Bin Ebdirehman Al Sanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vedixwîne Qeterê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê re dicive, û dîtin û nerînên xwe li ser bihêzkirina peywendiyên dualî û rewşa giştî ya Îraqê li hev diguherin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 21.01.2025) li Davosê bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdirehman Al Sanî re civiya.
Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser bihêzkirina peywendiyên dualî û rewşa giştî ya Îraqê li hev guhertin. Herwesa Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwand Qeterê.
Pareke din a danûstandinan girêdayî guhertin û pêşhatên Sûriyeyê bû. Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê piştevaniya welatê xwe ji bo bizavên Serok Mesûd Barzanî ji bo lihevnêzîkkirina aliyên Kurdî û Sûriyeyî diyar kir.
Herwesa her du alî li ser parastina ewlehî û tenahiyê û mafên pêkhateyên cuda cuda yên wî welatî hevnerîn bûn.
لەگەڵ شێخ محەمەد بن عەبدولڕەحمان ئال سانی سەرۆک وەزیران و وەزیری دەرەوەی دەوڵەتی قەتەڕ، بیروڕامان لەبارەی بەهێزکردنی پەیوەندیی دوولایەنە و دۆخی گشتیی عێراق ئاڵوگۆڕ کرد.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) January 21, 2025
دەربارەی پێشهاتەکانی سووریا: هاوڕابووین لەسەر پاراستنی ئاسایش و ئارامیی و مافەکانی تەواوی پێکهاتەکانی وڵاتەکە.

