Serok Barzanî serexweşiyê li kesûkarên qurbaniyên şewata Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî peyameke serexweşiyê arasteyî kesûkarên qurbaniyên şewata Tirkiyeyê dike û dibêje, “Şewata hotela parêzgeha Boluyê ez gelek dilgiran kirim.” Herwesa dibêje, “Ez daxwaza zû çarebûnê ji bo birîndaran dikim.”
Serok Barzanî îro (Sêşem, 21.01.2025) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de amaje da, “Gelek mixabin ji bo rûdana şewata dilhejîn a hoteleke parêzgeha Boluyê li Tirkiyeyê, ku hejmareke zêde ya welatiyan bûne qurbanî.”
Serok Barzanî dibêje, “Ez serexweşiyê li kesûkarên qurbaniyên wê rûdanê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim û herwesa daxwaza çarebûnê ji bo birîndarên wê rûdana dilhejîn dikim.”
The tragic fire at a hotel in Bolu, Turkey, which claimed numerous lives, is deeply saddening. I extend my heartfelt condolences to the families of the victims and wish the injured a swift and complete recovery.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) January 21, 2025