Guterres: Egera parçebûna Sûriyeyê berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres dibêje, egera parçebûna Sûriyeyê heta niha vekirî ye. Ew dibêje hebûna Hizbullahê li Sûriyê yek ji wan sedeman e.

Antonio Guterres îro 22ê Çile di gotara xwe ya li Korbenda Davosê ya li Swîsreyê de got, egera parçebûna Sûriyeyê hene, bi taybet bi hebûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku herêmên bakur-rojhilatê welat kontrol dike, destêwerdanên Tirkiyeyê û herwiha êrîşên Îsraîlê.

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî amaje bi wê jî kir, “egera gurbûna tundrewiyê li welat jî heye.”

Hêjayî gotinê ye ku di raporteke Îsraîlî de hat gotin ku Encûmena Wezîran a Israîlê civîneke nihênî ji bo gotûbêjkirina pêşeroja Sûriyeyê li Sûriyeyê lidar xist. Li gor rojnameya “Israel Hayom” civîn bi pêşniyara lidarxistina konferanseke navdewletî ji bo dabeşkirina Sûriyeyê li ser kantonan bidawî bû.

Aşkere kir jî, banga dabeşkirina Sûriyeyê li ser parêzgehan, an kantonan berê ji aliyê berpirsên siyasî û ewlekarî yên Israîlî ve piştî rûxana rêjîma Esed hatibû gotûbêjkirin, bi behaneya dabînkirina ewlehî û mafên hemû pêkhateyên etnîkî li Sûriyeyê.

 
Fly Erbil Advertisment