Kemal Burkay: Çareserî, Sûriyeyeke demokratîk û federal e
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Sûriyeyê şer di navbera HSDê û komên çekdar yên nêzî Tirkiyeyê de didome. Ligel vê yekê piştî rûxîna rejîma Beşar Esad pirsa tê meraqkirin jî, pirsa çarenivîsa Kurdan e. Siyasetmedar û akademisyen jî dibêjin, divê Kurdên Sûriyeyê statuya xwe bixwazin û ji bo li Sûriyeyê aştiyeke mayînde pêk were jî, pêdivî bi sîstema federalî heye ku pêk neye şer jî dê bidome.
Li Sûriyeyê şer û alozî di navbera komên çekdar yên nêzî Tirkiyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de didome. Her çiqas Tirkiye bibêje divê ji bo bidawîbûna hebûna YPG/PKKê li herêmê gavên lezgîn bên avêtin,
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî hefteya borî ragihand, divê hikûmeta Sûriyeyê ne navendî be û şervanên wan çekên xwe danaynin û naçine malên xwe, lê ew amade ne wekî komekê bibin beşek ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê. Lê ev pêşniyar ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Demkî yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qisre ve hate redkirin û hate gotin ew destûrê nadin ku komeke leşkerî ya taybet a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û divê ew di bin banê wezareta parastinê de li nav artêşa Sûriyeyê bên belavkirin.
Serokê Weqfa Rêya Azadiyê Kemal Burkay ji K24ê re got: “Çareserî Sûriyeyeke demokratîk û federal e. Eger Sûriye nebe federal nikare bibe demokratîk jî. Helbet ew hêzên ku nû li Şamê hatine ser hikum, ew çiqas demokratîk in? An jî çiqas dikarin bibin demokratîk? Birastî hêviya min bi wan tune. Divê Kurdên me bo xwe statuyekê bixwazin. Hevdîtina birêz Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî jî tiştekî baş bû. Xuya ye ku ke Mesûd piştgiriya wan dike ku ew bibin xwedî statuyekê. Divê Kurdistana Rojava jî nav wan de yekitî hebe ku ev girîng e.”
Akademîsyen Nezîr Akyeşîlmen jî dide zanîn di navbera HSDê û HTŞê de hêj gotûbej berdewam in ku di nava Sûriyeyê de gelek ol û gel hene. Akyeşîlmen dibêje, ger ne sîstemeke federalî bê avakirin ne mumkin e aştiyeke mayînde jî pêk were.
Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Nezîr Akyeşîlmen dibêje: “Di nava Sûriyeyê de gelek gel hene, gelek ziman hene û gelek ol hene. Dema hûn bibêjin ku emê hemûyan di bin sîstemeke tene de bihêlin ew çênabe. Îro li gorî siyaseta cîhanê û li gorî heqîqeta Sûriyeyê jî ev ne mimkin e. Niha rêveberiya Sûriyeyê di bin bandora Tirkiyeyê de ye, li Tirkiye bixwe me ji vê sîstemê çi menfîet nedît ku Sûrî emê çi menfeatê jê bibînin. Ev tiştekî xelet e. Lig ora demokrasi jî, li gorî lîteratûra demokrasi ev civakÊ ku hewqasî parçe parçe ne hûn dikarin wan tene bi sîstemeke federalî bihevre bigrin. Wekî din aşitî ne mumkin e û dê şer berdewam bike.”
Piştî rûxina rejîma Esed li Sûriyeyê, berjewendiyên hemû alîyan cuda ne. Tirkiye Rojava û hebûna HSDê ji bo ewlehiya xwe ya weke xeter dibine û dixwaze YPGê beçêk bibe û çekdarên biyanî ji welat derkevin. Ji aliyekî din ve jî Emerîka her dibêje, ew fikarên hevalbendÊn xwe yê NATOyê fahm dikin, lê dê piştgiriya wan bo HSDê jî bidome k udi şerê dijî DAÎŞê rola HSDê girîng dibînin.