Nêçîrvan Barzanî û Tobias Lindner dawî pêşhatên Îraq û Sûriyeyê gengeşe dikin

Nêçîrvan Barzanî û Tobias Lindner
Nêçîrvan Barzanî û Tobias Lindner

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Berpirsê Rêkxistinê yê Wezareta Derve ya Almanyayê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên giring kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 23.01.2025) pêşwaziya Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Berpirsê Rêkxistinê yê Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner û şanda pê re kir.

Di ragehandineke Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye, “Di wê hevdîtinê de berdewamkirina peywendiyên Almanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê, guhertinên Sûriyeyê û dawî pêşhatên Rojhilata Navîn hatin gengeşekirin.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya alîkarî û piştgiriya berdewam a Almanyayê di warên serbazî û siyasî û mirovî de ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir, herwesa tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo berfirehkirina alîkariyên hevpar bi Almanyayê re di hemî waran de kir.

Tobias Lindner ji aliyê xwe ve ecêbmana xwe ji bo piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û rêjeya bilind a tevlîbûna welatiyan di hilbijartinan de diyar kir, herwesa li ser bizavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re dîtin û nerînên xwe parve kirin.

Di derheqa rewşa deverê de jî, her du aliyan tekîd li ser giringiya parastina tenahî û seqamgirî û alîkariya hemî aliyan ji bo dûrxistina deverê ji aloziyan zêdetir kir.