Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê li ser edilandina budceyê parve dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Pêşniyarek ji aliyê Nûnerê Hikûmeta Federalî ve li ser edilandina qanûna budceyê bê şêwirmendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Civata Nûnerên Îraqê hatiye birêkirin.” Tekez jî dike ku, ew bizav zirarê digehînin hemî Îraqê û arêşeyan mezintir dikin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Pêncşem, 23.01.2025) li ser edilandina qanûna budceyê di daxuyaniyekê de amaje da, “Piştî gelek civîn û bizavan û westiyanê ji bo ku qanûna budceya giştî ya federalî ji aliyê Civata Nûnerên Îraqê ve bê edilandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike, tevî ku xwandina yekê û duyê jî jê re hatin kirin, lê mixabin di bîstikên dawiyê de deng li ser nehat dan.”

Pêşewa Hewramanî herwesa got, “Em ecêbgirtî bûn ku pêşniyarek ji aliyê Nûnerê Hikûmeta Federalî ve li Civata Nûnerên Îraqê bi awayekî yekalî û bê ku şêwirmendî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê kirin, an jî li Civata Wezîrên Federalî deng li ser bê dan, ji bo Civata Nûnerên Îraqê hatiye şandin.”

Navbirî di eynî demê de ron jî kir, “Ev pêşniyar di eynî demê de li dijî biryara berê ya Civata Wezîrên Federalî ya girêdayî qanûna budceyê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye jî.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, “Ev bizav zirarê digehînin hemî Îraqê û arêşeyan mezintir dikin û xizmeta çarekirina pirsan nakin.”

Pêşewa Hewramanî tekez jî kir, “Em wan bizav û pêşniyaran bi hemî awayan red dikin û li dijî wan radiwestin, lewma divê ew pêşniyara ku me li ser wê li hev kiriye bikeve ber dengdanê.”