Mesrûr Barzanî: Em bi pêşniyara Hikûmeta Îraqê bo hinardekirina petrolê şok bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em ji ber pêşniyareke Nûnerê Hikûmeta Federalî li Civata Nûnerên Îraqê li ser edilandina pirojeqanûna budceyê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê şok bûn.”
Malpera Bloombergê îro (Pêncşem, 23.01.2025) parve kiriye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehandiye ku, ji ber wan guhertinên di reşnivîsa pejirandî ya xerciya berhemanîna petrolê û paşxistina dengdanê li ser vê reşnivîsa pejirandî di vê heftiyê de şok bûne, ev jî astengên nû ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çê dike, ku ev ji bo dema du salan e hatiye rawestandin.”
Civata Wezîrên Îraqê li Mijdara 2024ê reşnivîsek pejirand ku, ji terxankirina 16 dolaran ji bo her bermîleke li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn û veguhastin pêk dihat. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vî warî de got, “Piştî du xwandinan, biryar bû Civata Nûnerên Îraqê li roja Sêşemê, 21.01.2025, deng li ser wê qanûnê daba, lê ji ber çend guhertinên çaverênekirî deng li ser wê nehat dan.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li nav Korbenda Davosê ragehand, “Ew guhertinên di wê reşnivîsê de ji aliyê Îraqê ve hatine kirin, ku pêştir me li ser xerciya deranîna petrolê li hev kiribû, çaverênekirî bûn.” Herwesa got, “Ew guhertinên di wê reşnivîsê de hatine kirin bê şêwirmendiya bi me re bûn.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Pêncşem, 23.01.2025) li ser edilandina qanûna budceyê di daxuyaniyekê de amaje da, “Piştî gelek civîn û bizavan û westiyanê ji bo ku qanûna budceya giştî ya federalî ji aliyê Civata Nûnerên Îraqê ve bê edilandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike, tevî ku xwandina yekê û duyê jî jê re hatin kirin, lê mixabin di bîstikên dawiyê de deng li ser nehat dan.”
Pêşewa Hewramanî herwesa got, “Em ecêbgirtî bûn ku pêşniyarek ji aliyê Nûnerê Hikûmeta Federalî ve li Civata Nûnerên Îraqê bi awayekî yekalî û bê ku şêwirmendî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bê kirin, an jî li Civata Wezîrên Federalî deng li ser bê dan, ji bo Civata Nûnerên Îraqê hatiye şandin.”
Navbirî di eynî demê de ron jî kir, “Ev pêşniyar di eynî demê de li dijî biryara berê ya Civata Wezîrên Federalî ya girêdayî qanûna budceyê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye jî.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, “Ev bizav zirarê digehînin hemî Îraqê û arêşeyan mezintir dikin û xizmeta çarekirina pirsan nakin.”
Pêşewa Hewramanî tekez jî kir, “Em wan bizav û pêşniyaran bi hemî awayan red dikin û li dijî wan radiwestin, lewma divê ew pêşniyara ku me li ser wê li hev kiriye bikeve ber dengdanê.”