Hakan Fîdan sibe serdana Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan biryar e sibe Yekşemê bi serdaneke fermî biçe Bexdayê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, di serdana Hakan Fîdan de dê çend mijar bên gotûbêjkirin, ji wan jî pêdaçûna pêwendî û rêkeftinên di navbera Bexda û Enqerê de û tundkirina sînorên her du welatan.

Di Nîsana 2024an de, Hakan Fîdan û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Bexda û piştre jî Hewlêrê kiribûn.

Tirkiyeyê di wê serdanê de, di warên cuda de bi Bexdayê re 27 peyman îmze kirin, ku ya herî girîng jî peymana avê bû.