Hakan Fîdan: Ewlehî û aramiya Iraqê bandorê li Tirkiyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di kongreyeke rojnamevanî ligel hevtayê xwe yê Iraqî de got: “Me çend mijarên girêdayî herêmê gotûbêj kirin.”

Fîdan îro 26ê Çile got: “Em bi awayekî stratejîk li peywendiyên xwe yên ligel Iraqê dinêrin. Da zanîn jî: “Ewlehî û aramiya Iraqê çiqas zêdetir be, dê aştî jî li Tirkiyê zêdetir bibe.”

Got jî: Me berî niha 27 rêkeftin digel Îraqê îmza kirine û em hewl didin di hemû projeyên geşepêdanê de beşdar bin û kar bo cîbicîkirina pirojeya Rêya Geşepêdanê bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê “Qebareya bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de 20 milyar dolar e.”

Derbarê pêwendiyên Iraq û Sûriyeyê de, Fîdan got: “Em giringiyê didin peywendiyên di navbera Iraq û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de. Me wê yekê kir ku divê Sûriye çi bike, da ku zirarê negihîne pêgeha Iraqê.”

Ragihand jî, “Em hêvîdar in ku peywendiyên Şam û Bexdayê baştir bibin û ji bo vê yekê çi ji destê me bê emê bikin.”

Serdana Hakan Fîdan bo Iraqê di çarçoveya serdaneke fermî de ye, ji bo gotûbêjkirina pêwendiyên Enqere-Bexdayê û mijarên herêmî.