Sizayên navdewletî yên li ser Sûriyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Fransayê ragihand, di civîna îro ya Yekîtiya Ewropayê de, behsa rakirina sizayên li ser Sûriyeyê di warên aborî û enerjî û veguhastin û gehandinê de dikin.
Yek ji wan tedbîrên ku rejîma Beşar Esed lawaz kir, sizayên navdewletî yên li ser Sûriyeyê bûn. Rêvebiriya nû ya Sûriyeyê niha daxwaza rakirina sizayan dike, ji ber ku rêjîma Esed hat rûxandin.
Lê şert û mercên Amerîka, welatên rojava û Brîtanya ji bo rakirina sizayan hene, yek ji wan jî serkeftina proseya siyasî ye.
Di vê grafîkê de, bêjerê K24ê Cemal Batun behsa sizayên li Sûriyeyê û dema sepandina wan dike.