APIKUR: 20 hezar veberhênerên biyanî li Herêma Kurdistanê di warê petrol û enerjiyê de kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bervekê Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) ragihand, ew bi Herêma Kurdistanê û Bexdayê re li ser xeta ne, ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê, ji ber ku zirara rawestandina ji bo tevahiya Iraqê ye.
Bervekê APIKUR Myles Caggins îro 28ê Çile ji K24ê re got: “Kompanyayên petrolê Ji sala 2005an ve li Herêma Kurdistanê ne û 10 milyar dolar veberhênan kirine. Herwiha nêzîkî 20 hezar veberhênerên biyanî di warên enerjî û petrolê yên Herêma Kurdistanê de kar dikin.”
Caggins got: “Em hêvîdar in ku parlamentoya Iraqê guh bide serokwezîr û guhertina bûdceyê ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bipejirîne.”
Herwiha got: “Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê li ser xetê ye ligel Herêma Kurdistanê û Bexdayê, ji bo careke din hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê re destpê bike, ji ber ku vekirina boriya petrolê ya Tirkiye û Iraqê gelekî girîng e."
Da zanîn jî: “Berî rawestandinê, nêzîkî 400 hezar bermîl dihat hinardekirin û eger dîsa hinardekirin dest pê bike, dê sûda wê ji bo hemû Iraqê be, pereyê hinardekirina petrolê dikare ji bo bihêzkirina jêrxana Iraqê û vejandina aboriya Iraqê were bikaranîn.”
Komanyayên APIKUR ji sala 2005ê ve li Herêma Kurdistanê ne û 10 milyar dolar veberhênan kirine.