Fuad Hisên: Pêdivîtiya me bi Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAIŞê heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên di daxuyaniyeke tilevizyonî de ragehand, “Pêdivîtiya Îraqê bi alîkariya navdewletî ji bo rûbirûbûna gefên berdewam û zêde yên DAIŞê heye.” Herwesa dibêje, “Tirs jî ji çawaniya serederiya îdareya nû ya Amerîkayê bi guhertinên deverê re heye.”
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Pêncşem, 30.01.2025) eşkere kir, “Danûstandin bi Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê re berdewam in, li ser hebûna wan li Îraqê û herwesa pêşxistina peywendiyan bi wan re.”
Wezîrê Derve yê Îraqê tekez jî kir, “Hikûmeta Îraqê gerentiyê dide Amerîkayê ku biryarên ewlehî û serbazî di destê wê bi xwe de bin ne komên çekdaran.” Herwesa tekez kir, “Em li ser bizavên xwe berdewam dibin, ji bo ku komên çekdaran çekên xwe danin.”
Fuad Hisên di wê çavpêkeftina xwe ya rilevizyonî de amaje jî da, “Pêdivîtiya seqamgiriya Îraqê bi diyaloga navxweyî heye ku siyaseta welatên herêmê û yên navdewletî yên nû wekî hikmet bê wergirtin.” Herwesa got, “Di wan diyalogan de yên ku em ji bo seqamgiriya Îraqê dikin, giring e em aqilane danûstandinan bikin.”
Navbirî veneşart ku seqamgiriya Sûriyeyê bandoreke rasterast li ser ewlehiya Îraqê heye, haydarî jî da ku 10 heta 12 hezar çekdarên DAIŞê di zindanên Hêzên Sûriyeya Demokrat de ne, ew çekdarên ku gefên ewlehiyê li ser ÎRaqê çê dikin eger di rewşekê de azad bibin, lewma ji bo rûbirûbûna DAIŞê pêdivîtî bi Hevpeymaniya Navdewletî heye.