Şandên Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal ji bo gotûbêjkirina mijara mûçeyan civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û sererastkirina yasaya bûdceya federal, li Bexdayê civiyan.

Li gor peyamnêrê K24ê, di civînê de behsa lîsteya mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi taybetî yên xanenişînan tê kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, ew karmendên ku dê xanenişîn bibin, heta kar û barên xanenişîniya wan neqede, mûçeyên wan nayên dayîn, lê ji 01-01-2025ê ve dê mûçeyên wan ên xanenişîniyê bên hejmartin. Di vê navberê de, bi sedema xanenişînbûna hejmareke mezin a karmendan, dê bûdceya Herêma Kurdistanê 40 heta 50 milyar dînar were kêmkirin.

Duh 31ê Çile jî li Bexdayê bi serpereştiya Cîgirê Serokwezîr û Serokê Encûmena Aborî ya Iraqê Fuad Husên civînek DI navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda Wezareta Darayî ya Iraqê hat kirin.

Di civînê de, di atmosfereke erênî û berpirsane de behsa bûdce û mûçeyên karmend û xanenişînan hat kirin.

Wezareta Darayî di daxuyaniyekê de diyar kir, Şandeya Herêma Kurdistanê amadehiya xwe ji bo hemahengî û karê hevbeş ji bo gihîştina bi çareseriyeke giştgîr ji bo dabînkirina mûçeyên îsal ên karmendên Herêma Kurdistanê nîşan da.