Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş ji bo giyanê şehîdan, tebayî û yekrêzî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê di 21emîn salvegera komkujiya 1ê Şibatê de ragihand, “Wefadariya herî baş ji bo giyanê şehîdan û riya herî rast jî ji bo rûbirûbûna terorîstan, tenê tebayî û yekrêzî ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 21ê Şibatê di peyamekê de ragihand, “Di bîranîna salvegera şehîdên 1’ê Sibatê de, em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber giyanê wan ê pak ditewînin.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Şehîdên Yekê Sibatê, bûn sembola xwîna bi hev re rijayî ya Kurdistanê bi destê terorîstan, ku bêyî tu cudahiyekê, giyanê wê polaserkirde û têkoşerên gelê me û welatiyên sivîl ên Kurdistanê, kirin armanc.”

Herwiha got: “Pêwîst e salane vê bîranînê û bibîrxistina vê tawana terorîstî, bikin derfetek ji bo bixwedaçûn û hêvanekê ji bo bihêzkirina biratî û pêkvemayîn û hevçarenivîsa xwe.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Wefadariya herî baş ji bo giyanê şehîdan û riya herî rast jî ji bo rûbirûbûna terorîstan, tenê tebayî û yekrêziyê ye. Bi wê yekê jî em dikarin destkeftî û mafên xwe biparêzin û armancên xwe pêk bînin.”