Umêd Ehmed: 182 hezar hevparên karebê feydeyî ji pirojeya Ronakiyê werdigirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya bizavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina kareba 24 seetî de, Wezareta Karebê bi rêya pirojeya Ronakiyê kareba niştîmanî ya 24 seetî ji bo heşt taxên din ên bajarê Hewlêrê dabîn kir.
Berdevkê Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Umêd Ehmed îro (Pêncşem, 06.02.2025) ji K24ê re ragehand, “Heşt taxên din ên bajarê Hewlêrê li ser pirojeya Ronakiyê hatin zêdekirin.”
Berdevkê Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Hejmara giştî ya wan hevparên ku tevlî pirojeya Ronakiyê bûne û kareba 24 seetî heye 182 hezar hevpar in.”
Umêd Ehmed herwesa got, “Tîmên Wezareta Karebê li nav sûka bajarê Silêmaniyê, taxa Sabûnkeran û cadeya Goranê dest bi karkirinê kiriye, ji bo ku li ser pirojeya Ronakiyê bên zêdekirin û kareba wan bibe 24 seetî.”
Navbirî tekez jî kir, “Li paşerojeke nêzîk, kareba tevaya parêzgeh, bajar, bajark û komelgehêm Herêma Kurdistanê dibe 24 seetî.”
Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî (Çarşem, 05.02.2025) ragehand, “Kareba niştîmanî ya 24 seetî ji bo heşt taxên din ên bajarê Hewlêrê bi rêya pirojeya Ronakiyê hat dabînkirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya roja Pêncşemê, 17.11.2024, di dema serdanekê de ji bo taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê pirojeya Ronakiyê ragehand.
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Pirojeya Ronakiyê yek ji giringtirîn pirojeyên xizmetkarî ye ji bo welatiyên xweşevî yên Herêma Kurdistanê, ku merema me ew e heta dawiya sala 2026ê kareba seranserî Herêma Kurdistanê bikin 24 seetî.”