Ano Cewher: Me du kongressman vexwandin ji bo pêkvejiyanê li Kurdistanê bibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Veguhastin û Gihandinê Ano Cewher du kongressmenên Amerîkî vexwendin Herêma Kurdistanê, da ku pêkvejiyana olî û pêkhateyan ji nêzîk ve bibînin.

Ano Cewher ku bi geştekê li Washingtonê ye ragihand, “Ez kêfxweş bûm ku bi endamên Kongressê Mary E. Miller û Mark Harris re hevdîtin kir. Min derfet dît ku çîroka xweş a Herêma Kurdistanê wek modela pêkvejiyana etnîkî û olî vebêjim.”

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê da zanîn: “Min ji wan re got, tevî kêşeyan, pêkhateyên olî û etnîkî, ji Kiristiyan, Êzidî û pêkhateyên din, bi aramî li Herêma Kurdistanê dijîn.”

Ano Cewher got jî: “Min herdu endamên Kongressê Miller û Harris vexwendin serdana Herêma Kurdistanê bikin, da ku vê rastiya lêborînê, azadiya olî û demokrasiyê ji nêzîk ve bibînin.”

Herwiha tekez kir: “Bihêzkirina peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, gelek giring e û dê bandorek mezin li ser aştî û aramiya navçeyê bike.”