Amerîka.. daxwaz tê kirin hejmarek ji grûpên çekdar ên Iraqê wek terorîst bên naskirin

Navenda Nûçeyan (K24) – 12 endamên kongressa Amerîkî daxwaz kirin ku hejmarek ji grûpên çekdar ên Iraqî wek terorîst bên naskirin.
Kongressmanê Komarî Joe Wilson li hejmara xwe ya tora civakî “X” belav kir, “Me reşnivîsek ku ji aliyê 12 kongressmanan ve hatiye îmzekirin, pêşkêşî rêveberiya Trump kir, ta ku hejmarek ji grûpên çekdar ên Iraqê wek terorîst bên binakirin.”
Wan kongressmanan daxwaz kirin, hemû alîkariyên ewlekarî yên ku ji Iraqê re tên pêşkêşkirin bên rawestandin, heta ku hikûmeta Iraqê piştgirî, fînansekirin, an yekxistina komên çekdar ên girêdayî Îranê di nav saziyên xwe yên fermî de, bike.
Ew kongressman di wê baweriyê de ne ku berdewamiya vê peywendiyê, metirsiyek rasterast li ser berjewendiyên Amerîka li navçeyê çêdike û bandora Îranê li nav Iraqê bihêztir dike.
Li gorî Wilson, komên ku ew daxwazin bikevin di lîsteya terorê ev in: Rêxistina Bedir, Hizbullaha Iraqî, Tevgera Nûceba, Ketîbeyên Cund El- Îmam, Ketîbeyên Seyîd El-Şuheda, Koma Cîhad û Seraya Xurasanê.