Şaxewan Ebdila: Çi berbestek di rêya vegerandina mafan bo xwediyên erdan de nemaye

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê pêşwaziya biryara Dadgeha Bilind a Federalî ji bo redkirina sklayên li ser qanûnên rewşa kesî, lêborîna giştî û vegerandina milkan ji bo xwediyên wan dike.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Sêşem, 11.02.2025) di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê pêşwaziya biryara Dadgeha Bilind a Federalî ji bo redkirina sklayên li ser qanûnên rewşa kesî, lêborîna giştî û vegerandina milkan ji bo xwediyên wan xasma li sinorê Kerkûk, Dûbz, Pirdê, Leylan, Taze, Sergeran, Daqûq, Dûz Xurmatû, Xaneqîn û Mendeliyê kir.
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê herwesa amaje da, “Piştî vê biryara Dadgeha Federalî, çi berbestek di rêya vegerandina mafan ji bo xwediyên wan ên resen de nemaye.”
Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê îro (Sêşem, 11.02.2025) skala li ser qanûnên rewşa kesî, lêborîna giştî û vegerandina milkan ji bo xwediyên wan xasma li sinorê Kerkûkê red kir.
Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê li roja Sêşemê, 04.02.2025, li ser skalaya hejmareke endamên Civata nûnerên Îraqê, bicihanîna qanûnên lêborîna giştî, rewşa kesî û vegerandina milkan ji bo xwediyên wan red kir, ku di rûniştina roja 21.01.2025ê de li Civata Nûnerên Îraqê bi yek pakecê hatibûn pejirandin.