Civata Xizmetkariyên Giştî ya Federalî biryareke Beisiyan li ser damezrandinê hilweşand

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Xizmetkariyên Giştî ya Federalî amajeyê dide ku, biryareke Civata Serkirdetiya Beis li ser serpişkirina damezrandinê nedestûrî ye.
Civata Xizmetkariyên Giştî ya Federalî “Civata Bilind a Dadweriyê” îro (Sêşem, 11.02.2025) di ragehandinekê de parve kir, “Biryara Civata Serkirdetiya Şoreşê ya Hilweşiyayî (Beis) a hejmar 190 a sala 2001ê li ser serpişkirina damezrandina hikûmî nedestûrî ye, ji ber ku binpêkirina bendên her du madeyên 14 û 16 ên destûrê sala 2005ê ye.”
Civata Xizmetkariyên Giştî ya Federalî herwesa dibêje, “Fermangeha qanûnî ya wê civatê skalayek bi hejmara 263 li sala 2024ê arasteyî Dadgeha Federalî kiriye, bê ku rêkarên çi belgeyeke qanûnî ji bo tanelêdana li nedestûriya wê biryarê hebe.”
Wê civatê herwesa got, “Biryara Dadgeha Federalî ji bo tekezkirina li ser bingeh û derfetên wekhev li dû destûrî ye, ev jî bi merema hilweşandina her serpişkiyeke nedetûrî di damezrandinê de ye.”