Yarîzan Aso Rustem xelata taybet a Kurdistan24ê wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîstikvanê Tîma Newrozê, Aso Rustem di vê werzê de bo cara yekem Xelata Lîstikvanê Heftiyê yê Kurdistan24ê wergirt.

Kurdistan24 heftane xelata baştirîn lîstikvanên tîmên Kurdî yên di Lîga Stêrkên Iraqê de dide, ew xelat hemû lîstikvanên Kurd ên ku di tîmên Iraqê de dilîzin jî li xwe digire.

Aso Rustam piştî ku karî tîma xwe bi 10 lîstikvanan ji şikestê rizgar bike û gola yekem a lîstika li hember Zewra'a tomar bike, wek lîstikvanê herî diyar ê gera 20emîn a Lîga Stêrkên Iraqê hat dîtin û bi vî awayî bo yekem car xelata Stêrka Hefteyê ya Kurdistan24ê bidest xist.

Piştî ku Qehtan Cesir bû rahênerê nû yê Newrozê, asta Aso Rustem bi pêş ketiye û di vê dawiyê de karî 4 gol û 2 asîst tomar bike.