Li Mêrdînê ji ber pirsgirêkên civakî şer derket: 3 kuştî û 7 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Artuklu yê ser bi Mêrdînê ve, şer di navbera du malbatan de derket, di encamê de 3 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Polîsên Mêrdînê destêwerdan kir û şer rawestand û ji birîndaran 3 kes tevî hewldanên bijîşkan, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe jidest dan.

Polîsan derbarê sedema derketina bûyerê de, dest bi lêkolîn kir û li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.