Konsulê Sirî Lankayê: Çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê 100% qanûnî bû

Ehmed Celal
Ehmed Celal

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulên her du welatên Sirî Lanka û Filipînê li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ya nû kir û tekez li ser qanûnîbûn û giringiya wê pêngavê kir, bo pêşveçûna proseya demokrasiyê.

Konsul û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê îro Pêncşem, 05ê Mijdara 2026ê, serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û ligel desteya wê ya nû civiyan.

Konsulê Fexrî yê Sirî Lankayê li Herêma Kurdistanê Ehmed Celal bi rêya peyamnêrê Kurdistan24ê Azer Farûq di daxuyaniyekê de pîrozbahiya hilbijartina desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê kir. 

Konsulê Fexrî yê Sirî Lankayê tekez jî kir ku ew prose zelal û eşkere bûye û 100% ji aliyê qanûnî û peywendiyên navdewletî ve qebûlkirî ye.

Ji aliyekî din ve jî, Konsulê Fexrî yê Filipînê li Herêma Kurdistanê Felah Enwer hêvî xwast ku çalakkirinçûna Parlamentoya Kurdistanê bibe destpêka pêşveçûna proseya demokrasiyê li deverê. 

Felah Enwer herwisa amaje bi wê yekê jî da ku ev pêngav gelek girîng e bo wê yekê ku hemî kes bikarin bi hev re xizmeta Herêma Kurdistanê bikin.

Parlamentoya Kurdistanê duhî Çarşem, 4ê Mijdara 2026, piştî demekê ji rawestana karên xwe careke din hat çalakkirin û Desteya Serokatiyê ya nû hilbijart. 

Civata navdewletî û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê pêşwaziyeke germ li wê pêngavê kir. Serdana nûnerên dîplomatîk û konsulan bo Parlamentoya Kurdistanê diyarkera giringiya tenahiya siyasî û qanûnî ya Herêma Kurdistanê li cem welatên cîhanê ye.