Şam: Em petrolê ji deverên Rêveberiya Xweser hawirde dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê radigehîne ku, bi awayekî destpêkî ji bo dema sê mehan petrolê li deverên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser hawirde dikin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê Ehmed Silêman ji ajansa Reutersê re ragehand, “Ew zeviyên ku li jêr destê Rêveberiya Xweser in petrolê ji bo Şamê berhem tînin.”

Ehmed Silêman herwesa got ku, biryar daye bi awayekî destpêkî ji bo dema sê mehan petrolê li deverên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser hawirde bikin, ev jî li dû wê lihevkirinê ye ya ku bi Rêveberiya Xweser re heye.

Navbirî amaje da wê yekê jî ku, mimkin e piştî wan sê mehên hatine diyarkirin û li dû berjewendiya gelê Sûriyeyê biryarê li ser doza petrolê bidin, herwesa hemî karan ji bo dabînkirina enerjiya pêdivî ji bo welatiyên Sûriyeyê dikin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Sûriyeyê ron jî kir ku, ev ji bo kêmkirina qeyrana qutbûna karebê dibe alîkar, ku di dema dehsala borî de ji ber şeran xirabtir bûye, herwesa kêmiya sotemeniya pêdivî ji bo karpêkirina westgehên karebê sedemeke din a wê qeyranê bûye.

Hejî gotinê ye ku, piraniya zeviyên petrol û gazê dikevin rojhilata Firatî û ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatine kontirolkirin.