Neteweyên Yekgirtî pêşwaziya peyama Ocalan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Neteweyên Yekgirtî pêşwaziya peyama Ocalan dike û Wezareta Derve ya Almanyayê jî peyama Ocalan wekî peyameke dîrokî binav dike.

Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres duhî (Pêncşem, 27.02.2025) ragehand, “Peyama Ocalan çirîska hêviyê ye û dibe sedema çarekirina arêşe û hevrikiyan.” Amaje jî da, “Peyama Ocalan pêşveçûneke giring e û em pêşwaziya wê dikin.”

Wezareta Derve ya Almanyayê jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Bidawîanîna tundûtîjiyê pêngaveke giring e lê divê zêdetir pêngav ji bo wê meremê bên avêtin, herwesa mafên çandî û demokratî yên Kurdan li Tirkiyeyê bên gerentîkirin.” Amaje jî da, “Peyama Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan ji bo bidawîanîna alozî û hevrikiyan derfeteke dîrokî ye.” Herwesa got, “Her tiştekê ji me bê, em ji bo piştevanîkirina piroseya aştiyê dikin.”

Şanda Îmraliyê duhî (Pêncşem, 27.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocalan bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.

Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”

Di pareke din a peyama Ocalan de hatiye, “Divê PKK çekên xwe dane û xwe hilweşîne û kongireya xwe lidar bixe.”

Ocalan herwesa di wê peyama xwe de eşkere jî kir ku, berpirsyarîtiya vê biryarê bi stûyê xwe ve digire û gerentiya danûstandinên aştiyê dike.

 
Fly Erbil Advertisment