Pêşangeheke şêwekarên Kurd û Alman li bajarê Celle hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşangeheke şêwekariyê ya hejmarek şêwekarên Kurd û Alman li bajarê Celle yê Almanyayê hat vekirin.
Bi amedekariya Grûpa Gelawêj û Destpêşxeriya Leyla Qasim, roja 1ê Adarê pêşangeheke şêwekariyê ya bi navê “Birêketin” hat vekirin.
Rêveberê Grûpa Gelawêj Ednan Horo ji K24ê re got: “Şêwekarên Kurd ên di pêşangehê de beşdar in, li Efrîn, Heleb û Şamê dimînin. Me karî di çend rojên borî de, tabloyên wan bînin bajarê Celle.”
Da zanîn jî, şêwekarên Kurd ên ku bi tabloyên xwe di pêşangehê de beşdar Şêrîn Elo, Aslan Memo, Emîne Horo, Henîf Hemo, Ronak Ehmed in.
Herwiha Ednan Horo got, 4 şêwekarên Alman jî bi tabloyên xwe beşdar dibin, ew jî Ilsabe Prinzhorn, Wolfgang Decker, Petra Decker, Schimanski ne.
Rêveberê Grûpa Gelawêj diyar kir, pêşangeha “Birêketin” dê heta roja 23.03.2025 vekirî bimîne.