Saman Berzincî: Mezintirîn nexweşxaneya kanserê li Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Karên nexweşxaneya çareseriya kanserê bileztir tên kirin. Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî radigehîne, “Karên wê nexweşxaneyê ji jivanê xwe zûtir tên bicihanîn.”
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Sêşem, 04.03.2025) taybet ji Malpera K24ê re got, “Piştî danana berê binyatî ji bo nexweşxaneya çareseriya kanserê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve, karên çêkirina wê ji wê dema jê re hatiye danan bileztir tên kirin .”
Saman Berzincî herwesa got, “Ev nexweşxane dibe yek ji mezintirîn û pêşkeftîtirîn nexwexaneyên girêdayî çarekirina kanserê li Rojhilata Navîn, ku gelek xizmetkarî û pişkên girêdayî nexweşiyên kanserê vedigire.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Çarşemê (18.09.2024) li Hewlêrê berê binyatî ji bo mezintirîn nexweşxaneya çareseriya kanserê li Herêma Kurdistanê û Îraqê li bajarê Hewlêrê dana.

