Wezîrê Çavkaniyên Avê: Rêjeya avê li Iraqê kêm dibe, zêde nabe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab got, ava Iraqê kêm dibe û zêde nabe.
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab di hevpeyvîneke televizyonî de got: “Damînkirina avê ji bo welat dijwariyeke mezin e.”
Ewn Ziyab da zanîn: “Ji ber veberhênan welatên cîran û guherîna keşûhewayê, rêjeya ava Iraqê kêm dibe û zêde nebe.”
Amaje bi wê jî kir: “Li ser bikaranîna avê, hevkariyeke me ya baş bi Wezareta Çandiniyê re heye.”
Herwiha got: “Wezareta Çandiniyê roleke girîng lîstiye di guhertina awayên avdanê de, di bikaranîna sîstemên nûjen ên avdanê yên hevçerx.”