Li Tirkiyeyê hejmara cûdabûna jin û mêran rekor tomar kir

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê sala borî 187 hezar û 343 jin û mêr ji hev cûda bûn e, ev jî rekorek nû ye. Parêzer û parêzvanên mafên jinan di wê baweriyê de ne ku, sedema bingehîn a vê pirsê, têkoşîna rêxistinên jinan ên mafparêz, bandor a medyaya civakî û qeyrana aborî ye.. Parêzerek jî dibêje, zêdebûn a rêjeya cûdabûnan gefek mezin li ser saziya malbatê û civaka Tirkiye ye

Saziya Amarên Tirkiyeyê TÛÎKÊ amarên xwe yên di derheqê jiyana hevjiniyê û cûdabûna hevjînan de eşkere kir û li gor amaran di sala 2024ê de 568 hezar 395 kes jiyana hevjiniyê pêk anîne lê hejmara cûdabûyiyan beramber sala pêr rekor tomar kiriye û 187 hezar û 343 jin û mêr ji hev cûda bûne. Ev amar derdixe, hejmara cûdabûyiyan li gor sala 2023yê 14 hezar zêde kiriye.

Parêzereke diyar a dozên cûdabûnê dide zanîn ku, bilindbûna têkoşîna rêxistinên jinan, medyaya sosyal û hejarî sedemên bingehîn ên cûdabûnan e. Ew pêşbinî dike ku di salên bê de hejmara cûdabûyiyan zêdetir bibe.

Parêzer û mafparêza Jinan Sûreyya Arcan Kara ji K24ê re got: “Vê dawiyê têkoşîna sazî û dezgehên sivîl ên jinan gelek bilind bûye û ev jî bandoreke diyar li ser pirsa cûdabûna hevjînan dike. Ji ber ku jin bi xêra wê têkoşînê haydar dibin ku tenê nînin. Pêşketina telnolojiyê wisa dike ku jin zû û bi hêsanî bigihijin zanyariyên di derheqê mafên xwe de. Bi xêra înternet û medyaya sosyal, hem ji mafên xwe haydar dibin, hem ji sazî û dezgehên ku mafên wan diparezin nas dikin. Herwiha ev hejariya ku em niha têde ne, qeyrana aboriyê, gûherîna rewşa civakê ya ji aliyê aborî û çandî ve sedemên din ên cûdabûnê ye.”

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî, bi hinceta ku saziya malbatê rûbirûyê metirsiyên ciddî ye û leza anîna zarokan daketiye ji sedî 1.5ê, sala 2025ê wekî sala malbatê ragihandibû.

Li gor parêzerekê amarên TÛÎKÊ diselmîne ku Erdoganî biryereke gelek rast ragihandiye. Ji bo rêlibergirtina cûdabûnan divê siyasetên parastina malbatê zêdetir werin pêşxistin, divê dayika malê bikare hem bi rehetî bixebite û di nava jiyana xebatê û hilberîne de be, hem jî bikare zarokên xwe bigihîne.

Parêzer û mafparêza Jinan Pinar Hacibektaşoglu dibêje: “Ev amar gelek metirsîdar in li ser saziya malbatê. Ji ber ku civaka Tirkiyeyê girîngiyeke zêde dide saziya malbatê û bi van amaran em dibînin ku ev girîngî lawaz dibe. Heke malbat ji hev belav bibin, zarok ji hev belav dibin, derûniya wan têk diçe. Hem dema ciwan in tûşî pirsgirêkan dibin, hem jî dema mezin dibin jî bandora wê derûniya xirab li ser wan berdewam dibe. Herwiha hinek zarok neçar dimînin ku dest ji xwendina xwe jî berdin. Lewma divê em saziya malbatê biparêz in û hikûmeta me jî divê rêkarên ciddîtir werbigre bo parastina malbatê. Malbat tenê bi alîkariya darayî nayên parastin, divê hemû pêwîstiyên malbatên kêmderfet bi taybet pêwîstiyên dayika malê û zarokan were dabînkirin.”

Li gor amarên TÛÎKÊ hejmara cûdabûnan li bajarên bakurê Kurdistanê gelek kêmtir e ji bajarên Tirkiyeyê.