Ji ber şer û aloziyên Sûriyeyê, Îraq sinorên xwe pê re tundtir dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyên ewlehiyê ji meydayên Îraqî re ragehandiye, “Tevî zêdebûna şer û aloziyên Sûriyeyê, tevaya rêkarên ewlehiyê li ser sinorê navbera Îraq û Sûriyeyê zêdetir hatine tundkirin.”

Li dû çavkaniyan, Hikûmeta Îraqê hejmareke rêkarên xweparastinê û rewşa ji nişkê ve bi dirêjahiya sinorê xwe yê bi Sûriyeyê re dane ber xwe, û xetên germ li tevaya deverên sinorî hatine çalakkirin.

Çavkaniyên ewlehiyê amaje jî daye, ewlehiya tixûban girêdayî stratejiya tevgir e, ku giringtirîn bereyên wê jî sê şûtikên yekalîker in û xwezaya cografî û aloziyên wê li ber çav werdigirin.

Îraq ji bo wê yekê kar dike ku, sinorê wê bi Sûriyeyê re selamet û seqamgir be bê ku çi gefeke rasterast li ser ewlehiya wê hebe.