Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê serdana Diyarbekirê kir

Diyarbekir (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglû li Diyarbekirê derbarê çêkirina nexweşxaneya bajêr de da zanîn ku, dê di sala 2026an de nexweşxane dest bi xizmetê bike û dê xizmetê bide gelek bajarên herêmê jî.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyeyê Profesor Kemal Memîşoglû serdana Diyarbekirê kir. Kemal Memîşoglû pêşî çû parêzgeriya Diyarbekirê û li wê derê civînek bi rêveberên qada tendirustiyê ên bajêr re li dar xist.
Kemal Memîşoglû paşê jî li gel Parlementerên Ak Partî yên Diyarbekirê Galîp Ensarîoglû, Suna Kepolu Ataman û Gerînendeyê Tendirustiya Diyarbekirê Hakan Pamukçu derbasî qada înşaata nexweşxaneya bajêr bû. Li wê derê derbarê xebatên çêkirina nexweşxaneya bajêr de agahî ji xebatkaran wergirt û li qada înşaatê civînek çapemeniyê li dar xist.
Memîşoglû da zanîn ku dê Nexweşxaneya Bajêr a Diyarbekirê di sala 2026an de dest bi xizmetê bike û dê xizmetê bide bajarên herêmê jî, ku di wê nexweşxaneyê de dê bi amûrên teknolojiya pêşketî yên qada tendirustiyê xizmet were dayîn.
Memîşoglû da zanîn ku dê li Diyarbekirê dest bi çêkirina Nexweşxaneyeke din a bajêr bikin û ji bo vê yekê cih jî hatiye aşkerekirin, ku çêkirina nexweşxaneyên bajêr yek ji xeyalên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bû.