ENKS ji Şamê re: Bi hişmendî bi pêşhatan re tevbigere

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) operasyonên çekdarî yên hêzên ewlekariya giştî dikin armanc, şermezar dike û bang li rêveberiya nû ya Sûriyê dike ku “bi hişmendî serederiyê bi pêşhatan re bike.”
Sekretariya Giştî ya ENKSê îro 8ê Adarê daxuyaniyek derbarê aloziya li parêzgehên berava Sûriyeyê de belav kir û tê de ragihand, “ENKS bi nîgeraniyeke mezin pêşhatên li beravên Sûriyê dişopîne, ku hêzên ewlekariya giştî û girûpên çekdar bi serkêşiya efser û endamên rêjîma berê rûbirûyî hevdu bûne û di encamê de bi sedan kes hatine kuştin, piraniya wan sivîl in, ku ev yek êşa gelê Sûriyeyê kûrtir dike û rewşa aloz û parçebûnê xurt dike.”
ENKS diyar dike, “Ev bûyer di demekê de tên ku xwepêşandan li gelek deverên Sûriyê zêde bûne ku daxwaza beşdariya hemû pêkhateyan di dariştina destûrê de û hevkariya di paşeroja welat de, dikin.”
Di daxuyaniyê de hat, “Di dema ku ENKS operasiyonên çekdarî yên ku aramiyê û hêzên ewlekariya giştî dikin aramnc şermezar dike, dibîne ku rejîma dîktator a ku welat wêran kiriye hîn jî hewl dide ji rewşê sûd werbigire ku li aloziyê peyda bike û li aştiya civakî bide.
ENKS dibêje, “ENKS ji erkên xwe yên niştimanî, bang li rêveberiya nû dike ku bi hişmendî serederiyê bike û tedbîrên bilez bigire, ji bo rawestandina binpêkirinên li dijî sivîlan û parastina milkên wan li peravên Sûriyê û gelek deverên ku ji ber operasyonên ewlehiyê bandor bûne û lêkolînên şefaf bike.”
Herwiha ENKS tekezî li ser pêwîstiya avakirina hikûmeteke demkî bi desthilatên berfereh dike ku daxwazên hemû Sûriyê nîşan bide, dûrî siyasetên dûrxistinê, wek çawa di konferansên diyalogê û komîteya amadekirina daxuyaniya destûrî çêbûne.
ENKSê banga xwe ya ji bo diyaloga niştimanî ya cidî bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyê li ser bingehê piralî û demokrasiyê, bê serpereştiya siyasî dubare kir, herwiha û bang li civaka navdewletî dike ku alîkariyê ji bo bihêzkirina bingehên dewleta nû bike.