Wezîrê Perwerdeyê: Biryarên wezareta me bi jiyana zêdetirî çar milyon kesan ve girêdayî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekemîn Lûtkeya Cîhanî ya Lawan - Kurdistanê ragihand, piştgiriya Serokwezîr û zanyariyên meydanî du bingehên sereke ne ji bo avakirina baweriyê û biryardanê. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku biryarên Wezareta Perwerdeyê rasterast bandorê li ser jiyana zêdetirî 2 milyon xwendekar û mamosteyan û 2 milyon dayik û bavan dikin.
 

Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd îro 24ê Mijdara 2026an, di dema beşdarbûna xwe ya di paneleke Yekemîn Lûtkeya Cîhanî ya Lawan - Kurdistanê de, ronahî xist ser proseya biryardanê û çawaniya dirustbûna baweriyê li cem berpirsan.

Wezîrê Perwerdeyê amaje bi wê yekê da ku pêwîst e xwebaweriya wezîr ji baweriya bi duristiya biryarên wî were cudakirin û got: "Bawerî ji du xalên sereke çavkaniyê digire; ya yekem hebûna piştgiriyeke zelal û jîngeheke durist a karkirinê ye. Em di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hest bi piştgiriyeke zelal a Serokwezîr û tîma hikûmetê dikin; ev yek jî dike ku dijwariyên rêyê heta radeyeke baş nemînin."

Derbarê xala duyem de, Alan Heme Seîd got: "Divê wezîr xwedî têgihiştineke durist be ji bo desthilatê û wekî pêgeheke civakî lê nenêre, belkî wekî erkekî dîrokî, exlaqî û stratejîk bibîne."

Di beşeke din a gotinên xwe de, Wezîrê Perwerdeyê qebareya berpirsiyariya wezareta xwe eşkere kir û ragihand: "Em li Wezareta Perwerdeyê berpirsiyar in ji 1 milyon û 970 hezar xwendekar û 150 hezar mamosteyan di kertê hikûmî de, ji bilî mamosteyên kertê taybet. Yanî her biryareke ku tê dayîn, bandora wê ya rasterast li ser jiyana zêdetirî du milyon mirovan heye û du milyonên din jî ji dayik û bavan ligel biryarên vê dezgehê dijîn."

Alan Heme Seîd tekezî li ser wê yekê jî kir ku karê wezîr ne tenê dariştina stratejiyê ye, belkî şopandin û çavdêrîkirin e jî, û got: "Ji bo wergirtina biryara durist, pêwîst e wezîr xwedî zanyariyeke kûr be li ser dezgeh û pisporiya xwe û agahdarê pêşhatên cîhanê be."

Di dawiyê de Wezîrê Perwerdeyê bi pêwîst zanî ku berpirs xwedî zanyariyên meydanî bin û tekez kir: "Ewên ku stratejiyê dadirêjin nabe tenê pişta xwe bi raportan ve girê bidin, ji ber ku raportên li ser maseyê hemû rastiyan ji te re nabêjin."