Sabîhe Alaskan li Diyarbekir kevintirîn terziya jin e
Navenda Nûçeyan (K24) – Di nav civaka kurd de gelek çîrokên serkeftinê yên jinên kurd hene ku dikarin bibin mînakên girîng. Li Diyarbekirê jî jinek kurd ev demeke dirêj e karê terzîtiyê ango dirutina cil û bergan dike ku hem pîşeya ku ji dayîka xwe hîn buye didomîne hem jî xwe bi vê pîşeya qedîm tevî temenê xwe yê mezin bi jiyanê ve girê dide.
Sabîha Alaskan, bi tevî temenê xwe yê mezin her sibeh bi heman coş û kelecanê berê xwe dide kargeha xwe ya terzîtiyê. Sebîha Alaskan dayîka 8 zarokan e û ji zaroktiya xwe ve di nava karê terzîtiyê de ye. Bi keda destê Sabîha Alaskan a ku ji Sûra Diyarbekirê ye bi hezaran cil û bergên rengîn hatine çêkirin. Jina kedkar a ku temenê wê di ber terzîtiyê de boriye di kargeha xwe ya biçuk de bi baldariyek mezin pîşeya xwe didomîne.
Terzî Sabîh Alaskan: “Ez 67 salî me, min di 15 saliya xwe de dest bi vî karî kir, dayîka min terzî bu, ez ji wê fêr bûm, ez 18 salî zewicîm, zarokek min çêbû û min makîneyek kevin stand û min karê xwe domand, min bazinê xwe jî firoşt û hêdî hêdî hatim heta niha.”
Sabîha Alaskan a ku pîşeya wê buye sebir û hedara wê dibêje ew nikare bêyî pîşeya xwe bijî û qet naxwaze ji karê xwe malnişîn bibe û balê dikêşe ku ew nunertiya jinên kurd ên berxwedêr dike û heta ji destê wê were ewê pîşeya xwe bidomîne.
Sabîh Alaskan: “Ez vî karî nekim hedara min nayê, carînan zarokên min kene xwe b imin dikin, dibêjin xelk malnişîn dibin û li malê rudinin lê rû ranawestî. Jinên kurd jêhatî ne, karker in, ne kêmî meran in.”
Di Rojhilata Navîn de jinên kurd di warê xwedîlêderketina çand û dîroka xwe û berxwedana dijî şert û mercên jiyanê ên zehmet derdikevin pêş ku Sabîhe Alaskan jî mînakek xurt a vê rewşê ye.