Amirî: Em bi guhertina qanûna hilbijartinan re nînin û em hêvîdar in Sedir vegere
Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê radigehîne ku, piştî danûstandinên wan Bereyê Miqawemeyê li Îraqê êrîşên xwe rawestandine. Amaje da wê yekê jî ku, ew hêvîdar in Sedir vegere nav piroseya siyasî.
Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê Hadî Amirî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Çarçoveya Hevahengiyê û Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê rolekî serekî di rizgarkirina Îraqê ji wan zirarên ku li deverê çê dibin de hebû, ji ber ku piştî danûstandinên me bi Bereyê Miqawemeyê re, wan êrîşên xwe rawestandin.”
Amirî di derheqa hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê de jî amaje da, “Min pêşniyar daye serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê ku bi yek lîstê tevlî hilbijartinên bên bibin, û mimkin li dawiyê bi du lîstan tevlî wê piroseyê bibin.” Eşkere jî kir, “Herwesa yekdengiyek di nav hêzên wan de heye ku piştî hilbijartinan careke din hevpeymanîtiyekê pêk bînin.”
Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê di pareke din a gotinên xwe de tekez jî kir ku, ew bi guhertina qanûna hilbijartinan û sîstema pirbazineyî re nînin, lê hêvîdar in Sedir vegere nav piroseya siyasî û rolê xwe yê bibandor tê de bibîne.