Li Bexdayê rojnamevanek hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî agahiyên destpêkê, li herêma Kerada ya Bexdayê rojnamevanekî Iraqî hat kuştin.
Ajansa Nûçeyan a Îraqê îro 12ê Adarê di daxuyaniyekê de got: “Em bi kuştina rojnamevan Leys Mihemed xemgîn in, ku li devera Kerada ya Bexdayê bi guleyan hat kuştin.”
Ajansê sersaxî ji malbata wî rojnamevanî re xwast û got: “Şehîd Leys, karmendek dilsoz, jêhatî û xwedî exlaq bû ku ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin.”
Ajansa nûçeyan a Îraqê bi tundî kuştinA wî rojnamevanî şermezar kir û daxwaz ji dezgehên ewlekarî kir ku bilez lêkolînê li ser bûyerê bikin û tawanbaran radestî dadgehê bikin.