Îraq daxwazê ji Amerîkayê dike li biryara xwe vegere

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî û wezaretên Îraqê daxwaz ji Amerîkayê dikin ku, li biryara xwe ya li ser rawestandina piştevaniyê ji bo wan rêkxistinên navdewletî yên li Îraqê kar dikin vegere.

Civîneke bi lez îro (Pêncşem, 13.03.2025) bi serokatiya Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî, wezîrên Koçberan, Werziş û Ciwanan, Kar û Karûbarên Civakî, Perwerde û Nûnerê Wezareta Navxwe , Serokê Dezgeha Hewalgirî, Serokê Desteya Ewlehiya Niştîmanî, Wekîlê Wezareta Ewlehiya Niştîmanî û hejmareke berpirsên din ên hikûmetê hat kirin.

Di wê civînê de behsa naveroka nameya Nûnerê Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, li ser destnîşankirina valahiyeke karî ku ji encamê birîna budceyê ji aliyê Amerîkayê ve ser hildide û bandorên wê dê li ser bernameyên Neteweyên Yekgirtî li Îraqê hebin, hat kirin.

Di ragehandinekê de hatiye, “Hejmareke biryarên giring ji bo piştevanîkirina Wezareta Koç û Koçberan û dezgehên Îraqî hat dan, ku li ser vê mijarê kar dikin.”

Herwesa di wê civînê de tekez li ser berpirsyarîtiya Civaka Navdewletî ji bo daxistina pişka duyê ya doza DAIŞê hat kirin, bi rêya nûjenkirina wan malbatên ku tevlî wê bûne. Tekez jî kir, “Ev berpirsyarîtî hevpar e ne ku tenê ya Îraqê ye, lewma em daxwazê ji Amerîkayê dikin ku li biryara xwe ya li ser rawestandina piştevaniya xwe ji bo rêkxistinên navdewletî li Îraqê vegere.”

Li roja Pêncşema borî li bingeha Neteweyên Yekgirtî li Îraqê civînek bi amadebûna Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî hat kirin, ji bo gengeşekirina rengvedanên biryara Amerîkayê ji bo rawestandina alîkariyan ji bo rêkxistinên mirovî û bandorên wê li ser navenda Emelê ya çaksaziya Derûnî û Civakê.

Di wê civînê de danûstandin li ser rengvedana biryara rawestandina alîkariyên Amerîkayê ji bo rêkxistinên mirovî û bandorên wê li ser wê navendê hatin kirin, herwesa behsa nûjenkirina navenda Cedeyê ji bo pêşwazîkirina wan malbatên ku ji kempa Holê vedigerin hat kirin.