Wezîrê Derve yê Sûriyeyê gehişt Bexdayê

Eshed Şeybanî - Wêne: AP
Eshed Şeybanî - Wêne: AP

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê gehişt Bexdayê û bi Wezîrê Derve yê Îraqê re dicive.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî got, “Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî piştî nîvroya îro (În, 14ê Adara 2025ê)  bi serdaneke fermî ya ranegehandî gehişt Bexdayê.”

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên re dicive û paştir her du alî bi hev re konferanseke rojnamevanî lidar dixin.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê pêştir di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Îmraratê ragehandibû ku, nameyeke vexwandinê ya fermî ji bo serdankirina Îraqê gehiştibû wî û ew dixwazin peywendiyên xwe yên diplomasî bi hemî welatên deverê re, xasma jî yên cîranên Sûriyeyê, baştir bikin.

Ji piştî nemana rijêma Esed, ev dibe serdana yekê ya berpirsekî bilind ê desthilatdariya nû ya Sûriyeyê ji bo Îraqê.

Pêştir şandeke Îraqê bi serokatiya Serokê Dezgeha Hewalgirî Hemîd Şetrî li roja 26.12.2024ê serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera re civiya.

Ji bilî Serokê Dezgeha Hewalgirî, heta niha çi berpirsekî din ê bilind ê Îraqê serdana Sûriyeyê nekiriye.