Trump: Me bi hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê serkirdeyekî DAIŞ jinav bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, “Bi hevahengî ligel hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me mîrekî DAIŞê yê mezin jinav bir.”

Trump îro 15ê Adarê li hejmara xwe ya tora civakî nivîsî: “Bi alîkariya hêzên ewlekariya Iraq û Kurdistanê, me mezintirîn mîrê DAIŞê yê ji Iraq û Sûriyeyê reviye, jinav bir."

Derbarê kuştina mîrê DAIŞê de, Hêzên CENTCOM diyar kir, bi hevahengî ligel hêzên îstixbarat û ewlekariyê yên Îraqê, kesê duyem ê DAIŞê û fermandarê operasyonan mîr Ebdullah Mekî Musleh El-Rufayî, ya bi navê “Ebû Xedîce” naskirî kiriye, di êrîşeke asmanî ya tekez de li parêzgeha Enbarê jinav bir.

CENTCOM di daxuyaniyekê de got, Ebû Xedîce mîrê bilindtirîn desteya biryardanê ya DAIŞê bû û berpirsê operasyonên çekdarî û plandanan navdewletî ya DAIŞê bû. Herwiha serperiştiya fînansekirina çalakiyên DAIŞê li cîhanê kiriye.

Piştî êrîşa asmanî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê û hêzên Iraqî çûn cihê bûyerê û termê her du terorîstan dîtin, ku kemberên bombekirî li xwe kiribûn.

Herwiha diyar kir jî, wan kuştin Ebû Xedîce roja Înîyê, piştî berhevkirina “DNA” piştrast kir.