Polîsa Tirkiyeyê 5 kes bi tohmeta sîxuriya ji Îranê re girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Tirkiyeyê belav kir, polîsa Tirkiyeyê 5 kes bi tawana sîxûriya ji dezgeheke îstixbaratê ya Îranê re girtin.
Li gorî ajansa nûçeyan “DHA”, efserên Tirk di serdegirtinan de, li Stenbol, Antalya û Mêrsînê 5 kes bi tohmeta sîxûriya ji Îranê re girtin.
Li gorî zanyariyan, tawanbaran agahî li ser baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê û deverên sereke berhev kirin, piştre radestî îstixbarata Îranê kirine.
Polîsa Tirkiyeyê ti zanyarî derbarê nasnameya tawanbaran belav nekirine.