Li Laziqiyê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, li bajarê Laziqiyeyê teqîn ji ber bermahiyên şer rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro 15ê Adarê ragihand, di teqîna li Laziqiyê de, 3 kesan canê xwe jidest dan û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa “SANA” ya fermi jî ragihand, teqîneke bihêz li taxa Ramlê ya bajarê Laziqiyê rû da.

Ji aliyekî din ve, Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê da zanîn, ku çar qatî wêran bûye û hejmarek welatî jî di bin kavilan de mane.

Parêzgariya Laziqiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama teqînê de 3 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûne.