Erdogan û Trump giringiya piştevanîkirina birêveberiya nû ya Sûriyeyê tekez dikin

Trump û Erdogan
Trump û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê di peywendiyeke tilefonî de bi Serokê Amerîkayê re tekezê li ser giringiya piştevanîkirina birêveberiya nû ya Sûriyeyê dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Yekşem, 16.03.2025) bi rêya tilefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî û pê re danûstandin li ser peywendiyên dualî yên navbera Tirkiye û Amerîkayê û pirsên herêmî û cîhanî kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê di wê peywendiya tilefonî de tekez li ser giringiya piştevanîkirina birêveberiya nû ya Sûriyeyê kir, herwesa tekez li ser vegerandina seqamgiriyê û rakirina sizayên li ser Sûriyeyê kir. Amaje jî da, “Rakirina sizayan dibe sedema vegeriyana awareyan.”

Erdogan herwesa got, “Em pêşbînî dikin ku Amerîka di vê qonaxê de pêngavan ji bo berhingarbûna terorê biavêje û di eynî demê de berjewendiyên Tirkiyeyê jî li ber çavan werbigire.”

Serokê Komara Tirkiyeyê her di wê peywendiya tilefonî de ji Trump re amaje da pêdivîtiya çarekirina pirsa kirîna balafirên F16 û bernameya F35ê.