Livînên geştyarî û bazirganî li Deriyê Îbrahîm Xelîl hatin destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ragehandina Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl eşkere dike ku, hatin û çûn li wî derîyî hatiye destpêkirin, piştî ku ji ber çend arêşeyan teknîkî rawestiyabû.
Ragehandina Deriyê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl îro (Sêşem, 18.03.2025) ragehand ku, berpirsên deriyê Xabûr li aliyê Tirkiyeyê ew haydar kirine ku, arêşeyên teknîkî hatine çarekirin û hêdî hêdî hatin û çûna geştyarî û bazirganî li wî derîyî hatiye destpêkirin.
Ragehandina Deriyê Îbrahîm Xelîl herwesa gotiye, “Eger çi arêşeyên din ên teknîkî çê nebin, rewşa wî derîyî ber bi asayîbûnê ve diçe.”
Pişka Peywendiyan û Ragehandinê ya Deriyê Sinorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl îro li ser rawestiyana livînên geştiyarî û bazirganî li wî derîyî ronkirinek parve kir û tê de ragehand ku, arêşe teknîkî ye û ji aliyê Tirkiyeyê ve ye.
Di wê ronkirinê de welatî hatin haydarkirin ku, îro 18ê Adara 2025ê ji ber arêşeyeke teknîkî di sîstema pişka pasportan de ji aliyê birêveberiya sinorî ya Tirkiyeyê ve, arêşe ji bo welatiyên hilgirên pasporta Tirkiyeyî çê bûye, lewma jî hatin û çûna geştyarî û bazirganî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ji kar keftiye û arêşe çê bûye.